Dema ku tu ji paşverûyan dipirsî; “Te ev yek ji ku derxist?” dibêjin “Me ji bav û kalên xwe wiha dît”. Ew gorî Quranê tev nagerin.
Dema Îslamê dicehmînin, dema ku rewşa olê ji heyatê dixînin, wisa bawer dikin ku dibin herî xwedî teqwa. Ol ne dordarî ye, ol hêsanî ye.
Ew ên paşverû nikarin wê ola ku wan afirandiye jî jiyan bikin. Pergalek ezîyetê wisa çêkirine ku, ne mumkun e têkeve nav jiyanê.
Divê ew kesên ku Misilmanan, bi mehzheban, bi koman û bi hukmên ku di Quranê de nîn in ve perçe perçeyî dikin, hesabê bidin Xwedê bifikirin.
Tişta ku di mezhebekê de helal e, di ya din de heram e. Ne gorî gotina Xwedê, gorî gotinên xwe helal û heramê diyar dikin.
Di Quranê de dibêje ku “Xwedê bo we dijwariyê naxwaze”. Yên paşverû tim dixwazin dijwarî hebe, seba wê heşa Quranê kêm dibînin.
Ew muşrîkên ku ji hunerê, ji nezaketê, ji paqijiyê fem nakin, bawer dikin ku dê cîhanê veguherînin.
Xwedê dibêje ku muşrîk kesên qirêj in. Ev ne qirêjiyek manewî ye, fizîkî ye jî. Mala wan, ew bi xwe, nêrîn û jiyana wan qirêj e.
Muşrîk Mehdîyetê naxwazin, Yekîtiya Îslamê naxwazin. Tevî ku ew nexwazin jî, dê Xwedê ola rasteqîn belavî cîhanê bike.
Muşrîk li hember kufrê perçiqî ne. Her gav li hember wan belengaz, bêkarekter in û ji wan ditirsin.
Ji ber gotin û vegotinên kêmaqil yên paşverûyan, li hember Îslamê hêrsek gewre pêk tê. Xebatên me vê hêrsê berheva dike.
Federasyon derîyê sîstemek wisa vedike ku yekcar pêşî li Yekîtiya Îslamê digire û ava nebe. Kesek nikare berdêla vê yekê bide.
Tim şêweyek cirnexweş nîşan didin, yek car gotina hezkirin û dilovaniyê nakin. Ji ber vê yekê, yên paşverû zirarek mezin didin Îslamê.
Xiristiyan, Ermen, Cihû xweşikîyên Tirkiyê ne. Bila perestgehên wan vekirî bin, em çinginiya zengilên dêran bibihîzin, hemû yên me ne.
Muşrîk ew kes in ku li ser navê Xwedê, pêvekan bi ola Xwedê ve dikin. Di alema Îslamê de niha gelek muşrîk hene.
Pêdaketina bi muşrîk, munafiq û ehlê kufrê de xêr e. Dixwazin ku têkoşîna zanistî demildest biqede, wê demê xêr û xêrat namîne.
Şad dibin ku Şiî, Suniyan Sunî jî Şiîyan dikujin. Ev yek zulma ku paşverûtiyê derxistiye. Di Quranê de Şiîtî-Sunîtî tune ye.
Hin kes bona berjewendiyên xwe naxwazin Mehdî derkeve, Îsa (as) were, lê belê me ev yek li gel da nasîn.
Nîşaneyên ku Pêxemberê me derbarê Mehdiyetê de gotine, yek bi yek derketine û hêj derdikevin.
Gelek kes hesûdiya rastderketina mûcîzeyên Pêxemberê me yên derbarê axîrê zeman de dikin, lê belê li hember mûcîzeyan têk çûne.
Alema Îslamê tî û birçiyê Îtîhada Îslamê ye, muhtacê pêşengekî ye, dê Xwedê wî/ê kesî/ê di nava çend salan de li mirovan nişan bide.